LI KOBANÊ Û REQAYÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ HAT PÎROZKIRIN
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo pîrozkirina roja zimanê kurdî de, li bajarên Koban û Reqayê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Beşdarên çalakiyan anîn ziman ku, mafê fêrbûna zimanê dayikê mafekî rewaye û divê di destra nû ya Sûriyê de zimanê kurdî xaleke sereke be.
15’ê gulanê cejina zimanê kurdî ye, ji bo vê rojê li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyan de Saziya Zimanê Kurdî a Kobanê pêşbirkek sitran, şano û pirsan lidar xist.
Di pêşbirkê de û piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin hatin kirin.
axêveran anîn ziman ku bi saya lehengî û fedekariyên şehîdan ew îro bi awayekî azad zimanê xwe dixwînin.
Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê jî bi heman armancê şahiyek li Dibistana Şehîd Zîlan Elî Firat a li bajÊR li dar xist.
di Şahiyê de roja zimanê kurdî hat pîrozkirin, her wiha hat gotin ku mafê fêrbûna zimanê dayikê mafekî rewaye û divê di destra nû ya Sûriyê de zimanê kurdî xaleke sereke be.
Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hewarê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve hate weşandin.
KNK’ê jî di sala 2006’an biryar girt ku 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî were pîrozkirin.