Kanala ROJAVA TV

SZK’Ê DERBARÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ PANELEK LI ZANÎNGEHA ROJAVA LI DAR XIST

Bi nêzhatina 15’ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî SZK û Zanîngeha Rojava panelek li dar xist.
Di panelê de Îlham Ehmed diyar kir ku asta bilind a zimanê kurdî li Rojava û Sûriyeyê, tê wateya derbaskirina hemû siyasetên înkarkirina nasnameya kurdî.

Bi nêzhatina 15’ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî SZKê bi dirûşma “perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîn e” panelek li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo saz kir.

Panel bi beşdariya Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ,xwendekarên zanîngehê, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser pêk hat.

Di panelê de mijarên “Danasîna zimanê kurdî” û “Rewşa zimanê kurdî li Sûriyê” hatin nirxandin.

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di nirxandinan de tekez kir ku xwedîderketina li zimanê dayîkê bersivek bo hemû siyasetên înkarê ye.

Di nava nirxandin û nîqaşên panelê de hat destnîşankirin ku, parçekirina Kurdistanê bûye sedema parçekirina ziman û çanda kurdî jî.

9’ê Gulanê Saziya Zimanê Kurdî SAZ bi boneya 15’ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand û tê de ev roj pîroz kir.

SZK di peyama xwe de bang li civakê kir ku li vê boneya pîroz, Roja Zimanê Kurdî, xwedîtîyê bike û tev lê bibe. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hev ra rakin.