Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊ QSD’Ê KEMAL ELÎ LI REQAYÊ BI MERASÎMEKÊ HATE OXIRKIRIN

Şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî li goristana şehîdan oxir kirin.

Bi sedan Şêniyên kantona Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan goristana şehîdan û Tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin ji aliyê Hêzên QSD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenzeyê şehîd bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.