LI KOBANÊ BI BONEYA 15’Ê GULANÊ BROŞORÊN BI KURDÎ HATIN BELAVKIRIN
Xebatkarên qadên perwerde û çandê bi boneya 15’ê Gulanê li kolanên bajarê Kobanê geriyan û broşorên bi Kurdî belav kirin.
Di geryanê de amûrên mûzîkê hatin jenandin û stanên bi Kurdî jî hatin gotin.
Her wiha broşûrên ku nivîsên weke zimanê me hebûna me ye û dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibin, hatin belavkirin.
Biryar e çalakiyên weha berdewam bikin û roja 15’ê Gulanê.