Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN KURDÎ ENCAMÊN KONFERANSA YEKRÊZIYÊ Û AVAKIRINA ŞANDEYÊ NÎQAŞ KIRIN

Partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê duh li bajarê Qamişlo hatin gel hev. Encamên konferansê û avakirina şandeke hevbeş nîqaş kirin.

Her wiha bersiva temamê pirsên beşdaran jî dan.

Serkirdeyên partiyên siyasî diyar dikin, di demeke nêzîk de ew ê şandeya Kurdî ava bikin û ligel Şamê dest bi dîyalogan bikin.

Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîr û kesayetên serbixwe li Qamişlo hatin gel hev û di bin sernavê “Kurd û guherînên siyasî li Sûriyeyê, zehmetî û asyonên pêşerojê” panelek li dar xistin.

Panel ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve hate sazkirin. Di nava guftoguyan de foks li ser avakirina şandeke hevbeş bû.

Serkirdeyên partiyên siyasî diyar dikin, di demeke nêzîk de ew ê şandeya Kurdî ava bikin û ligel Şamê dest bi dîyalogan bikin.

Mêvanek ji Başûrê Kurdistanê jî amade bû û ji partiyên Kurd xwest ku şandeke hevbeş durust bikin.

Roja 26’ê meha derbasbûyî partiyên siyasî yên Rojava weke gava yekemîn konferansa yekrêziyê li dar xistin û gava duyemîn jî çav li ser avakirina şandeya hevbeş in.