Kanala ROJAVA TV

SEMPOZYUMA HUNERÊN ŞÊWEKARIYÊ YA PÊNCEMÎN LI BAJARÊ TEBQAYÊ LI DAR KET

 

Çalakiyên Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn ku li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

3’ê Gulanê Pêncemîn Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser ve li Tebqayê hat lidarxistin.

Sempozyum bi dirûşma “”Ber bi rîtma rengên Sûriyê” û bi beşdariya nêzî 30 şêwekar û 2 peykersazan li dar ket, her wiha 6 rojan dewam kir.

Di roja dawî ya Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê de, şêwekaran serdana keleha Caber ya li Tebqayê kirin û bi armanca pêşxistina rewşa hunermendan li herêmê semînereke li dar xistin.

Sempozyum di çarçoveya amadekariyên Sempozyuma Rojava ya Hunerên Şêwekariyê ku biryar e di 23’ê vê mehê de li Kantona Qamişlo were li darxistin, li dar ket.