JINÊN CIWAN ÊN PYD’Ê BI KOMXEBATEKÊ TUNDIYA LI SER JINAN NÎQAŞ KIRIN
Komîteya Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro derbarê tundiya li ser jinan, komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Komxebat di bin diruşmeya ” Bi berxwedan û vîna jinên ciwan em ê tevahî şêweyên tundiyê bi dawî bikin” li navenda PYD’ê ya li Qamişlo li dar ket.
Bi dehan jinên ciwan, Endamên PYD’ê û saziyên sivîl beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ve hate kirin.
Perwîn Yûsif di axaftina xwe de behsa rola jinan di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tevahî qadên jiyanê de bi taybet qada siyasî û rêveberiyê kir.
Beşdarên komxebatê jî mijarên tundiya li ser jinan û awayên xweparastinê nîqaş kirin.
Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşan li ber beşdaran bi dawî bû.