Kanala ROJAVA TV

PARTÎ Û SAZIYÊN HERÊMÊ ERKDARKIRINA KÛJER “EBÛ HATIM El ŞEQRA” ŞERMEZAR KIRIN

Biryara erkdarkirina kujerê skretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şehîd Hevrîn Xelef “Ebû Hatim el Şeqra” di fermandariya Firqeya 86’an de, rastî nerazîbûneke tund a gel û jinan hat.

Partî û Saziyên li Herêmê îro bi çalakiyên cuda daxwaza dûrxistina sûcdarê navborî ji cihên paybilind û cezakirina wî kirin.

Biryara erkdarkirina çeteyê bi navê “Ebû Hatim El Şeqra” wek fermandarê Firqeya 86’an li Dêrazor, Reqa û Hesekê rastî hêrsek mezin ya gel bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê hat û di encamê de bertekên dijber zêde bûn.

Li Reqayê, Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re parve kirin û erkdarkirina “Ebû Hatim El Şeqra” ji aliyê desthilata nû ya şamê ve red kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku erkdarkirina “EL Şeqra” lekeyek şermê li ser eniya kesên ku beşdarî erkdarkirina wî bûne; ji ber ku destê wî di qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef û bi dehan sivîlên bakur û rojhilatê Sûriyê de heye.

Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran a Reqayê di dawiya daxuyaniyê de, bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kirin ku bi biryarê red bikin û “Ebû Hatim El Şeqra” û kesên li pişt wî ceza bikin.

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê daxuyaniyek da tê de xwest ku sûcdar “Ebû Hatim el Şeqra” were cezakirin û ji karê ku pê hatiye erkdarkirin were dûrxistin.

Kongra Star tekez kir ku destnîşankirina sûcdarekî şer û kujerekî bi vî rengî li cihekî paybilind, xelatek e li ser kiryarên wî yên hovane ye û dihêle ew bêtir beşdarî kuştin, revandin û tecawizê bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de, Kongra Star a Kobanê bang li rêxistin û tevgerên jinan, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku ji bo edaletê pêk bînin “Ebû Hatim el Şeqra” radestî edaletê bikin.

Partiya Suriya Pêşerojê ya bajarê Helebê jî xwepêşandeke şermezarkirinê li dijî Desthilata Şamê ya nû li dar xist û nerazîbûna xwe li hember erkerdarkirina “Ebû Hatim el Şeqra” nîşan dan.

Xwepêşandan li taxa Şêxmeqsûda Xerbî, bi beşdarbûna hemû endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclîs û beşên girêdayî wan pêk hat.

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku li şûna erkdarkirina kujeran di cihên girîng ên hikûmetê de, divê ew bikevin zindanan û hesab ji wan bê xwastin.

Xwepêşandan, bi berzkirina siloganên “kujerê Aştiyê nayê efûkirin” “Em kujeran qebûl nakin” bi dawî bû.