TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER LI HELEBÊ SERKEFTINA BERXWEDANA TIŞRÎNÊ PÎROZ KIRIN
tevgera ciwanên şoreşger a helebê derbarê serkeftina berxwedana bendava tişrînê daxuyaniyek dan û paşê jî şahî lidarxistin.
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan ciwanên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên helebê li taxa eşrefiyê hate dayin.
di daxuyaniyê de serkeftina berxwedana bendava tişrînê ku 118 rojan dewam kir hate pîrozkirin û tevahî şehîdên berxwedana bendavê hatin bibîranîn.
piştî daxuyaniyê şahiyek ji aliyê ciwanan ve hate lidarxistin û govend hate gerandin.