Kanala ROJAVA TV

BAZARA EL HEMEWÎ CIHÊRENGIYA ÇANDÎ YA HESEKÊ NÎŞAN DIDE

Bazara El-Hemwî ya li Hesekê yek ji kevintirîn û navdartirîn bazarên kevneşopî yên bajêr e.

Bazara El-Hemwî bi dikanên xwe yên cihêreng û navendek girîng ji bo bazirganiya xwecihî tê naskirin.

Bazara Hemawiyê beşek ji mîrata bazirganî ya bajêr e û ew tevnek aborî û civakî pêk tîne ku dîrok û cihêrengiya çandî ya Hesekê nîşan dide.

Ebd El Bast Necmedîn yek ji xwediyê dikanên li hemewyê ye, ji Rojava tv re besa temenê dikana xwe dike û dibêje wî ji dikanekê destpêkir û niha gelek dikanên wî di nava bazara hemewî de hene.

karkerê bi navê Ednan El Zobex ku 17 salin di nava bazara el hemewî de kar dike dibêje ji ber buhayên erzan tevgereke zêde li vê bazarê heye.

Bazara El-Hemwiyê, ji dema damezrandinê heta roja îro taybetmendiyeke wê ya cuda heye, bi buhayên xwe yên sembolîk û kevnariya dikanên xwe tê nas kirin.