Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN REQAYÊ MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN VÊXISTIN

 

Ji bo bîranîna roja Şehîdan û serkeftina Bendava Tişrînê, Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê mûm li ser gorên şehîdan vêxist.
Mûm li goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê bi beşdariya hejmarek ji xelkê kantona Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hat vêxistin.
Di çalakiya vêxistina mûman de axaftin hatin kirin û hat tekezkirin ku serkeftina Bendava Tişrînê berhema fedekariya şehîdan û îradeya wan a bêdawî ye.
Her di çalakiyê de, şanoyek ji aliyê zarokên şehîdan ve hate pêşandan û tê de wateya fedekariyê hate vegotin.
Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.