Kanala ROJAVA TV

XELKÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ SERKEFTINA BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ PÎROZ KIRIN

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê serkeftina berxwedana bendavê pîroz kirin.
Xelkên herdu taxan gotin, bi saya şehîdan û keda gelê berxwedêr xaka me tê parastin.

5’ê Gulanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand û diyar kir ku berxwedana zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî bi ser ket.

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê serkeftina berxwedana bendavê pîroz kirin û gotin, bi saya şehîdan û keda gelê berxwedêr xaka me tê parastin.

Her wiha xelkê anîn ziman ku berxwedana li bendava Tişrînê bi fikir û felsefeya rêber Apo ya ji bo azadî û aştiyê bi serket.

Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina berxwedana li bendava Tişrînê raghand, gelê herêmê daketin qadan û serkeftina ku dê heta hetayê di dîrokê de zindî bimîne bi coş pîroz kirin.