Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ ERKDARKIRINA ÇETE EBÛ HATIM EL ŞEQRA ZÊDE DIBIN

Partî, Rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi armanca şermezarkirina biryara erkdarkirina çete Ebû Hatim El Şeqra daxuyaniyên cuda parvekirin.
Di daxuyaniyan de bang li desthilata Şamê hat kirin ku ji biryara xwe vekşe, her wiha lêborîna xwe ji malbata şehîd Hevrîn Xelef bixwaze û çete darizîne.

Bertekên gel, bi taybetî yên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember biryara desthilata Şamê ya erkdarkirina çeteyê bi navê Ebû Hatim El Şeqra wekî fermandarê Firqeya 86’an zêde dibin.

Partiyên Siyasî û rêxistinên mirovî bi daxuyaniyên cuda erkdarkirina Ebû Hatim El Şeqra şermezar kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê a bajarê Kobanê derbarê erkdarkirina çete Ebû Hatim El Şeqra daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku erkdarkirina çeteyên ku tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan kirine bo karekî fermî, binpêkirineke aşkere ye.

Her wiha hate diyar kirin ku ev erkdarkirin pêvajoya avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha dadmendî û mafên mirovan, têk dibe.

Meclisa jin a Partiya Sûriya Pêşerojê a Reqayê jî bi daxuyaniyekê erkedarkirin çete Ehmed El Hayis ku bi Ebû Hatim El Şeqra tê binavkirin bi tundî şermezar kir.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev erkdarkirina Ebû Hatim El Şeqra kêmkirinek ji nirxên şehîdan re ye û ti caran nayê qebûlkirin.

Meclisa jin a Partiya Sûriya Pêşerojê a Reqayê bang li desthilata şamê kir ku ji biryara xwe vekşe û çeteyên mehkumî mirinê erkên mezin nedin wan.

li aliyekî din Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo bi serpereştiya dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa,çalakiyeke şermezarkirinê li dijî biryara desthilata Şamê lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate xwend û biryara erkdarkirina Ebû Hatim El Şeqra hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de biryar weke “gaveke provokatîf û bi temamî nayê qebûlkirin” hat bi navkirin.

Her wiha bal hat kişandin ser têkoşîna edalet, azadî û wekheviyê û hate gotin ku Bibîranîna şehîdan ti carî nayê ji bîrkirin û kujer wê nebin xwediyên biryarê.

Her wiha Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê jî bi daxuyaniyekê erkdarkirina Çete Ebû Hatim El Şeqra ku destê wî di xwîna gel bi taybet jinên Sûriyê de heye şermezar kir.

Rêxistinê got, Ev erkdarkirin binpêkirina rûmeta jinên Sûriyê ye û bi binpêkirina nirxên edalet û aştiyê ye.

Yekitiya Hiqûqnasan a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di Daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destê çete El Şeqra di tewanên kuştin, revandin, îşkencekirin, desteserkirina mal û milkan her wiha piştgiriya DAIŞ’ê de heye.

Yekitiya Hiqûqnasan daxwaz kir ku çete Ebû Hatim El Şeqra ji ber tawanên pêk anîye were girtin û radestî dadweriyê bê kirin da ku cezayê xwe bigire.