Kanala ROJAVA TV

PIŞTÎ TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ BI SER KET

Piştî berxwedan û têkoşîna çend mehan ya gel û şervanan, Rêveberiya Xweser roja 5’ê vê mehê serkeftina berxwedana Bendava Tişrînê ragihand.

Welatiyên herêmê li kêleka şervanan rawestiyan û bi armanca parastina Bendava Tişrînê ref bi ref berê xwe dan Bendavê.

Hevserokê meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Nûrî Şêxo got, berxwedana li Bendava Tişrînê berdewamiya têkoşîna 14 salên şoreşê bû.

Her wiha Nûrî Şêxo da zanîn ku, berxwedana gel û şervanan ya li Bendava Tişrînê bi ser ket.

Bendava Tişrîna ku di sala 1999’an de hate avakirin, di warê enerjî û berhemdayînê de duyemîn mezintirîn bendav e li ser asta Sûriyeyê. Şervanên QSD’ê bendav di sala 2015’an de ji DAIŞ’ê rizgar kirin.