LI REQA AMADEKARIYÊN WERGIRTINA 70 HEZAR TON GENIM HATIYE KIRIN
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê amadekariya wergirtina genim ê sala 2025’an ji cotkarên Reqayê dike.
Hevserokê Komîteya aş û depoyên genim yê Kantona Reqayê Sebrî Mihemed diyar kir ku wan amadekarî ji bo wergirtina 70 hezar ton genim kirine.