Kanala ROJAVA TV

LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ PERWERDEYEKE 3 ROJÎ JI BO JINAN HAT VEKIRIN

Navenda Jineolojî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo jinên Saziyên sivîl û Komînan Perwerdeyek vekir.

Di roja yekem ya perwerdeyê de, ji bo bîranîna salvegera 7’an a şehadeta endama Jineolojiyê Malda Kosa, semînerek hate dayîn.

Di perwereyê de axaftin li ser jiyana şehîd Malda hat kirin û Sinivizyon jî hat pêşkêşkirin.

Her wiha perwerde dê 3’ê rojan dewam bike.

Endama navenda Jineolojîyê Narîn Mustefa da zanîn ku armanca wan ji vê perwerdeyê ew e ku ew bi rihê şehîdên jin zanistê berdewam bikin.