RÊVEBERIYA XWESER JI BO PARASTINA ÇANDINIYÊ KOMÎTEYA REWŞÊN AWARTE AVA KIR
Beriya çend rojan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina mewsimê çandiniyê civînek li dar xist.
Di civnînê de ji bo ku zevî ji rewşên şewatê werin parastin komîteya rewşên awarte hate avakirin.
komîte ji Meclîsa Rêveber, rêveberiya sotemeniyê, ofîsa Veguhestinê, tîmên agirkujiyê, Şaredarî, Hêzên Parastina Cewherî, Asayîş û çend aliyên din pêk tê.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya kantona Cizîrê Mihemed El-Berak da zanîn ku armanca wan ji vê komîteyê rêlibergirtina şewata zeviyan e.
Her wiha Mihemed El-Berak diyar kir ku wan ji bo cotkarên deverê hişyarî dan, rewşa awarte ragihandin û amûrên teknîkî jî ji bo rêlibergirtina şewatê amade kirin.
Sala par ji ber êrîşên dewleta Tirk hejmareke zêde ya zeviyên cotkaran şewitîn û zerereke mezin li wan bû. Rêveberiya Xweser jî li gor derfetên xwe hewla qerebûkirina cotkaran da.