Kanala ROJAVA TV

HUNERMEND SEÎD GABARÎ LI HESEKÊ HAT BIBÎRANÎN

 

Koma Hunerê ya Hoza Gabara, pêncemîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Seîd Gabarî bi şevbûhêrkeke muzîkê bi bîr anî.

Şevbûhêrk li bajarê Hesekê hate lidarxistin û tê de Dezgehên hunerî, Meclîsa Eşîran, Meclîsa Civakî ya Ermeniyan, hunermend û rewşenbîr beşdar bûn.

Di destpêka bîranînê de, senevizyonek li ser jiyana hunerî ya nemir Seîd Gabarî hate nîşandan, piştre xelekên stranbêjî ji aliyê hunermend Sefqan Orkêş û Ferhan Bavê Mîdya ve hatin pêşkêşkirin.

hunermend Seîd Gabarî di 4’ê Gulana 2020’an de li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.