140 CIWANÊN HERÊMÊ TEVLÎ PERWERDEYA ERKA XWEPARASTINÊ BÛN
Li bajarê Reqayê, perwerdeyeke hêzên Erka xweparatinê bi merasîmekê hate vekirin.
Perwerde li Akademiya Şehîd Cemal Kobanê ya li kantona Firatê hate destpêkirin.
Di merasîma vekirinê de piştî deqeyek rêzgirtin, toraneke leşkerî hate li dar xistin û soza parastina herêmê hate dayîn.
140 ciwan tev li refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn û dê perwerde 2 mehan berdewam bike.