KONGRA STAR KOMKUJIYÊN LI DIJÎ DURZIYAN ŞERMEZAR KIR
Kongra Star û Yekîtiya parêzeran, bi daxuyaniyê cûda komkujiyên li dijî pêkhateyên Durzî û Elewî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi lez destwerdanê bikin û komkujiyan bidin rawestandin
Şeva 28’ê Nîsanê li taxên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku Durzî lê dimînin, di navbera hêzên desthilata Şamê û komên çekdar ên xwecihî yên Durzî de alozî derketin û gelek kes hatin kuştin.
Têkildarî mijarê Kongra Star û Yekîtiya parêzeran daxuyaniyên cuda dan.
Kongra Star a bajarê Qamişlo şerê binpêkirin û komkujiyên ku li dijî pêkhateya Durziyan rû didin bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, binpêkirin û komkujiyên ku li dijî pêkhateyên Durzî û Elewî rû didin, li dijî pîvanên mirovahiyê ne.
Her wiha hate diyar kir, ji cihê ku hikûmet xelkên xwe biparêze û ewlehiyê ji wan re serwer bike, wan dide kuştin.
Di dawiyê de Kongra Star bang li desthilata Şamê kir ku kiryarên xwe yên li dijî pêkhatiyên Sûriyê rawestînin.
Di heman mijarê de, Yekîtiya Parêzeran a kantona Cizîrê jî, komkujiyên li dijî Durzî û Elewiyan şermezar kir.
Bi dehan endamên Yekîtiya Parêzeran li pêşiya avahiya xwe kombûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê hate gotin ku nearamiya li herêmên Sûriyê û derketina gotarên Kînê, ji ber kêmaniya kar û xebatên desthilatê ye.
Her wiha hate diyarkirin ku ji ber ne ewlehiya li herêmên din yên Sûriyê, gelek malbat koçberî herêmên Rêveberiya Xweser dibin.
Di dawiyê de Yekîtiya Parêzeran bang li civaka navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bikin û komkujiyên li dijî Sûriyan rawestînin.