ŞAREDARIYA QAMIŞLO BI RÊBAZÊN ALTERNATÎF AVÊ JI XELKÊN QAMIŞLO RE DABÎN DIKE
STÊFO MESÛD - HEVSEROKÊ ŞAREDARIYA QAMIŞLO
Hevserokê Şaredariya Qamişlo Stêfo Mesûd di hevpeyvîneke taybet ligel Rojava TV de, behsa zirarên ku ji ber bahozê li çavkaniyên jiyanî çêbûne, kir.
Stêfo piştrast kir ku zirar demkî ye û hemû pirsgirêk dê di demeke nêzîk de werin çareserkirin.
Pêncşema borî, bahozeke dijwar herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ber xwe, li gorî amaran ev bahoz ya herî xort e di vê salê de.
Bahozê zirareke mezin li çavkaniyên girîng yên weke elektrîkê kir û bû sedem ku piraniya rêyan qut bibin. Her wiha li bajarê Hesekê jî, ji ber hilweşîna dîwarekî, zarokekî jiyana xwe ji dest da.
Di hevpeyvîneke taybet de ligel Rojava TV, Hevserokê Şaredariya Qamişlo Stêfo Mesûd, behsa hûrguliyan dike.
Her weha Stêfo Mesûd destnîşan kir ku nivîsgeha enerjiyê li ser çaksazkirina bircên elektrîkê kar dike û dê di demeke nêz bikevin kar.
Li gorî pisporên jîngehê, tê payîn ku di rojên pêş de, bahozeke mezintir û bihêztir li herêmê rû bide.
Li gorî vê yekê, Rêveberiya Xweser welatiyan şîret dike ku li gor rewşên awarte tevbigerin û ji qezayên trafîkê heydar bin.