Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO JI BO SIRRI SUREYYA ONDER KONÊ SERSAXIYÊ HATE DANÎN

Li Qamişloyê ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisa Tirkiyê Sirri Sureyya Onder konê sersaxiyê hate danîn.
Beşdaran sersaxî ji malbatê re xwestin û diyar kirin Wefata Onder di vê pêvajoya girîng de, windahiyeke mezin bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder konê sersaxiyê veda.

Kon li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate danîn.

Bi sedan ji tevahiya pêkhateyên kantona Cizîrê bi girseyeke mezin herikîn bin kon.

Beşdarên merasîmê sersaxî ji malbata Sirri Sureyya Onder re xwestin û gotin, Wefata wî di vê pêvajoya girîng de, bi taybetî piştî banga dîrokî ya Rêber APO windahiyek e.

Her wiha beşdaran diyar kirin ku Sirri Sureyya Onder her tim ji bo gihandina heqîqetê û pêkanîna aştiyê di navbera gelan de têkoşîn dikir.

Serdana konê sersaxiyê dê heya saetên îro êvarî dewam bike.

Endamê Şandeya Îmraliyê û parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, doh di encama krîza dil de, piştî 18 rojan li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.