Kanala ROJAVA TV

NAKOKIYÊN LI HERÊMÊN SÛRIYÊ BI XETERIYEKE MEZIN DEWAM DIKIN

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cuma derbarê êrîşên li dijî Durziyan de ji Rojava Tv re axivî û diyar kir, şer û pevçûn serkeftinê ji bo ti aliyan nadin qezenckirin.

Her wiha Evîn Cuma anî ziman ku bi rêya dîyalogê û danûstandinên di navbera Sûriyan de hemû pirsgirêk dikarin werin çareserkirin.

Şeva 28’ê Nîsanê li taxên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku Durzî lê dimînin, di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî wê û komên çekdar ên xwecih ên Durzî de alozî derket.

Aloziya ku piştî belavbûna qeyda dengî ya ku bêrêziyê li Pêxemberê Îslamê Mihemed dike, derket veguehrî şerekî dijwar di navbera her du aliyan de.

Di encama şer de ji her du aliyan kuştî çêbûne.

Derbarê vê mijarê de rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a kantona Cizîrê EvînCuma ji Rojava Tv re axivî û diyar kir, heta niha aramî li Sûriyê pêk nehatiye.

Mixabin tişê ku niha li herêmên Sûriyê rû didin, ew şerekî mezhebî ye.

Ev şer, dê serkeftinê ji bo ti aliyekî neyne. Lê belê aloziya Sûriyê ku hîna nehatiye rawestandin, kûrtir dike.

Ne kuştin û ne jî revandin rawestiyan û tevlîhevî hîna jî dewam dike.

Gelek destwerdanên derve çêbûn û heta Desthilata nû ya Şamê jî gelek caran tê hedef girtin.

Heta vê kêliyê û ji dema ku rêjîma Bass hat hilweşandin tu istiqrar û aramî li Sûriyê tune ye.

Tiştê ku vê aloziyê xeternak dike, gotarên kînê yên ku di nava gel de hatiye belavkirin.

Mixabin yê ku şerê Mezhebî jî derxist holê, Artêşa Sûrî ya nû bû ku divê ew bi xwe parastina hemû gel û pêkhateyan bike.

Her wiha Evîn Cuma anî ziman ku bi rêya dîyalogê û danûstandinên di navbera Sûriyan de hemû pirsgirêk dikarin werin çareserkirin.

Pêwîst bû ku piştî ketina Rêjîma Basê hemû koçber vegeriyabana malên xwe. Lê belê tu gavên bi vî rengî tune ne. Tam berovajî wê çêbû û xelk bi hejmarên zêdetir ji malên xwe koçber bûn.

Tiştê ku li Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê rû dan, cihê xemgîniyê ye.

Bi nêrîna me ev pirsgirêk ji ber nebûna dîyalogan rû didin. Anku rêbazê guncav yê ku pirsgirêk bi rêya wê werin çareserkirin, dîyalog in.

Piştî êrîşên li dijî Durziyan, artêşa Îsraîlê jî êrîşî hejmarek navendên desthilata Şamê kir. Her wiha cihekî nêzîkî koşka serokkomariyê jî hate hedefgirtin.