Kanala ROJAVA TV

LI CIZÎR, FIRAT Û HELEBÊ JI BO PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER APO MEŞ HATIN LIDARXISTIN

Li bajarên Cizîr, Firat û Helebê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşên girseyî hatin lidarxistin.

Beşdarên meşê bê navber dirûşmeyên Bê Serok jiyan nabe û azadiya te azadiya me ye berz kirin. Her wiha axaftin jî hatin kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşên girseyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Qamişlo bi hezaran jin li gel çerxerêya Şehîd Azad kom bûn û meşeke girseyî heta navenda Mihemed Şêxo li dar xistin.

Jinan bê navber dirûşmeyên Bê Serok jiyan nabe û azadiya te azadiya me ye berz kirin. Her wiha li ser navê Kongra Star axaftin hatin kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.

Li bajarê Kobanê jî bi heman awayî meşeke girseyî ji qada Jina Azad dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd dewam kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan. Girseya gel bênavber dirûşmên “Bêjî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.

Her wiha axaftin jî hate kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.

Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star ya Helebê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” pêk hat. Bi sedan şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan beşdarî meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Hola 8’ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li Qada Cebanat a rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê, axaftin hatin kirin û hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên azad û banga aştî û civaka demokratîk dikare aştiyê pêk bîne.