JINANÊN HELEBÊ DERBARÊ SÛCÊN LI DIJÎ DURZIYAN BERTEK NÎŞAN DAN
Jinên Helebê bi daxuyaniyekê sûc û provokasyonên li dijî Durziyan şermezar kirin û bang li civata nanveteweyî kirin ku li hemberî siyasetên cudakarî helwesteke xurt nîşan bidin.
Bi dehan jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin gel hev û daxuyaniyek derbarê sûcên li dijî Durziyan dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Di demên dawî de, li dijî civaka Durzî, ku beşek yekgirtî ya tevna resen a Sûriyeyê ye, xîtaba mezhebî û kuştinê yên li ser bingeha nasnameyê bi awayekî xeternak zêde bû.
Her wiha hate diyarkirin ku tundiya li dijî mezheban tehdîdeke rasterast li ser tevahiya gelê Sûriyeyê û aştiya navxweyî ye.
Jinan di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî siyasetên cudakarî û nîjadî yên bi armanca parçekirina civakê û derxistina şerekî navxweyî helwesteke xurt nîşan bidin.