KONFERANSA YEKRÊZÎ Û YEKHELWESTA KURDÎ JI BO TEVAHÎ GELÊ SÛRIYÊ BÛ HÊVÎ
Endamê Meclîsa Rûsipiyan a Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Serokê Meclîsa Eşîra El-Tey Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman El-Taîî tekez kir ku ew ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava kêfxweşin.
Her wiha got: ji bo pêşeroja sûriya nû pêwîste rêkeftin û hevdîtinên di navbera hemû pêkhateyên sûriyê de jî werin li dar xistin.
26’ê Nîsanê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava, li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Ev konferans ji bo tevahî gelê kurd li welat û dervayî welat bû cihê hêvî û serdemeke nû.
Endamê Meclîsa Rûsipiyan a Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Serokê Meclîsa Eşîra El-Tey Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman El-Taîî tekez kir ku ew wek şêxên eşîran û civakek eşîrî bi konferansa yekrêziya kurdî gelek kêfxweşin.
Hesen Ferhan anî ziman ku konferansa kurdî ji bo pêkhateyên ereb mînak e ku pêwîste ji bo pêşeroja tevahî sûriyê gavên ber bi başbûn û wekheviyê ve were avêtin.
ji encamnameyên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava tekezî li ser avakirina şandeyeke ku danûstandinan ligel desthilata Şamê bike, hate kirin.