Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ 1’Ê GULANÊ BI COŞEK MEZIN HAT PÎROZKIRIN

Li Helebê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

şahî bi dirûşm “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1’ê Gulanê pîroz bikin” li qada Cebanat a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat li dar xistin .

Di şahiyê de şênî, endam û nûnerên partiyên siyasî, meclisên sivîl û komîn amade bûn .

di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Jiyana birûmet û şaristanî bi saya zendên karkeran tên avakirin.

Şahî bi gerandina govendan û berizkirina diruşmeyan bi dawî bû.