Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ 1’Ê GULANÊ BI ŞAHIYEKÊ HATE PÎROZKIRIN

Bi boneya 1’ê Gulanê, TEV-DEM’ê û Yekitiya Karkeran a bajarê Hesekê şahiyek li darxist di şahiyê de hat gotin, “Bi têkoşîna Rêber Apo û keda karkeran ew gihîştin vê rojê.

şahî, bi amadebûna endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanên şoreşger û şêniyên bajarên Hesekê, li Parka 4’ê Nîsanê ya bajêr hat lidarxistin.

her di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku demokrasiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya karkerên têkoşer hatiye avakirin.

Piştî axaftinan komîteyên Yekitiya Karkeran ên bajarê Hesekê, Til temir, Dirbêsiyê, Hol û Şedadê, ji aliyê Yekitîya Karkeran a Kantona Cizîrê ve hatin xelatkirin.

şahî bi gerandina govendê heya derengiya şevê berdewam kir.