Kanala ROJAVA TV

LI TIRBESPIYÊ 1’Ê GULANÊ BI COŞEK MEZIN HAT PÎROZKIRIN

 

Li Bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê jî 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1’ê Gulanê pîroz bikin” hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn .

tevahî Pêkhateyên herêmê bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Koma Botan, Newroz, Agirî, Koma Şehîd Rêwan a govendê, Koma Şehîd Sakîne ya şanoyê, huermend Mehmûd Osman, Koma Şehîd Xebat û hunermend Îmad Silêman hunerên xwe pêşkêş kirin .

Şahî bi gerandina govendan û berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.