LI DÊRIKÊ 1’Ê GULANÊ BI ŞAHIYEKÊ HAT PÎROZKIRIN
Li gundê Siwêdîkê yê Dêrikê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û herêma Koçeratê ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan gundê Siwêdîkê yê Dêrikê û tevlî şahiyê bûn.
Pêkhateyên herêmê bi cilên xwe yên neteweyî, hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembolên rêxistinên karkeran beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Di şahiya de Koma Cûdî, hunermend Sumeya Mihemed, helbestvan Ferhad Merdê, Koma Elefteriya, Koma Şehîdên Qereçoxê ya govendê, hunermend Tariq El Hisên, Hesen Dêrik û Waîl Haco hunerên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.