Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD DIYALA MIHEMED YEK JI NEYNIKÊN HUNERÊ BÛ

 

Şehîd Diyala Mihemed a bi temen 21 sal di 23’ê Nîsanê de di çalakiya nobedê ya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî bendava Tişrînê de, ji ber hilweşîna dîwarê li bendavê, şehîd bû.

Şehîd Diyala di nava malbateke welatparêz de jidayîk bûye û ji ber hezkirina wê ji hunerê re di 2023’an de tevlî nava tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê bû.

Bi lêdana li amûrên mûzîkê Diyala bibû yek ji neynikên hunerê ku xemla hunera bajarê xwe bi cîhanê dida nasîn.

ez dixwazin li ser jiyana şehîd Diyala baxivim, ew endama tevgera Hîlala Zêrîn bû, ew li bendava Tirînê bendava berxwedanê şehîd ket.

ji dema ku xelkên herêmê dest bi çûyîna li ser bendavê kirin şehîd diyala ji yên destpêkê bûn ku berê xwe dan bendavê û ev cara 3’an bû ku şehîd Diyala diçû ser bendavê.

ez bi xwe pê re bûn, raste ew şehîd ket, lê valatiyek mezin li dû xwe hişt.

Şehîd Diyala di nava xeyalên gelê xwe yên azadî û rûmetê de mezin bû û tevî temenê xwe yê biçûk jî xwediya ruhekî biryardar bû.

Şehîd Diyala ne yenê endamek di nava me de bû, Diyala ronahiya hêzê û çalakiyê di nava navenda Hîala Zêrîn de bû, her wiha ew ji avakerên navendê bû.

Diyala bi rihê Hevaltiyê ve gelekî girêdayî bû û ji karê xwe gelekî hez dikir, her wiha gelekî rast bû û piştgirî dida hevalên di temenê xwe de.

hevkarê Şehîd Diyala ji Rojava Tv re tekez kirin ku dê şehîd Diyala sembola rûmeta nemir bimîne .