Kanala ROJAVA TV

NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN DIKIN

 

Ji dilê berxwedana rûmetê ya li Bendava Tişrînê, Nobetdaran li wir daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kirin .

Nobetdaran diyar kirin ku ta niha dewleta Tirk ti gavên erênî derbarê banga aştî û demokrasiyê ya ku Rêber Apo pê banga wê kiriye, neavêtine.

Doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan yek ji mijarên girîng e ku di her dem û di her şert û mercî de, jiyana rojane ya gelê Kurd û dostên wan bandor dike.

gelê herêmê yên li bendava Tişrînê jî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin .

Nobetdarên bendavê ji Rojava TV re tekez kirin ku Rêberê Tevahî gelên bindest e .

Her wiha nobetdaran anîn ziman ku ta niha dewleta Tirk ti gavên erênî derbarê banga aştî û demokrasiyê ya ku Rêber Apo pê banga wê kiriye, neavêtine.

Nobetdarên bendava Tişrînê diyar kirin ku, çawa ew li bendavê berxwedaniyê dikin, ew ê bi heman hêzê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.