Kanala ROJAVA TV

BERXWEDANA GEL LI BENDAVA TIŞRÎNÊ BI MORALEKE BILIND DEWAM DIKE

Nobetdarên li bendava Tişrînê ji Rojava Tv re tekez kirin ku berxwedana gel li bendavê bûye sembola yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her wiha destnîşan kirin ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan dê heta dawiyê li ber xwe bidin .

Berxwedana gelê Herêmê li bendava Tişrînê li hemberî êrişan berdewam dike.

Ez zêdeyî 4 mehin xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê nobetê dikin .

Xelkên Herêmê ji cîhanê re tekez dikin ku ew têkoşîneke mafdar dikin û parastina Destekftiyên şoreşê dikin .

nobetdarên li bendavê kirin ku ew ê ji bo xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan dê asta têkoşîn û berxwedaniyê bilindtir bikin .

Her wiha nobetdaran anîn ziman ku bendav bendava wan e û heya dilopa dawî ji xwînê ew ê li ber xwe bidin .

nobetdarên li bendava Tişrînê destnîşan kirin ku berxwedana gel li bendava Tişrînê bûye sembola yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.