ZANÎNGEHA EL- ŞERQ A REQAYÊ DEST BI HEMLEYEKE PAQIJIYÊ KIRIYE
Zanîngeha El Şerq a bajarê Reqayê li Parkên giştî yên bajêr dest bi kampanyayeke paqijiyê kiriye.
Di bin diruşmeya ” Bi hevre ji bo Reqayeke paqij û Firateke safî “Xwendekar, mamoste û endamên Zanîneha El Şerq dest bi kampanyayeke Paqijiyê kirine.
Xwendekar û mamoste di kampanyaya xwe de, bi taybetî park û kolanên giştî paqij dikin.
Beşdarên kampanyayê, ji Rojava TV re axivîn û diyar kirin ku armanca wan ji destpêkirina vê hemleyê ew e ku zihniyeta paqijiyê di nava civakê de belav bikin.