DESTEYA ENERJIYÊ: KÊMBÛNA AVA BENDAVA FIRATÊ DÊ KARASATÊN MEZIN BI XWE RE BÎNE
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku, ava gola Bendava Firatê daketiye nêzî 6 metreyan û hişyariya berfirehkirina kêşeyê da.
Desteyê got, ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve metirsiyên mezin hene û diyar kir, eger asta avê û hilberîna elektrîkê bi heman lezê kêm bibe, dê bendava Firatê di nava mehekê de ji xizmetê derkeve.
Her wiha destnîşan kir, ji bo kontrolkirina rêjeya ava ku di Bendava Firatê re diherike û dabînkirina avê, ew neçar mane ku tedbîrên tund werbigrin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di qonaxa yekemîn de li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê elektrîk hate kêmkirin. Eger şert û mercên niha dewam bikin, dibe ku qonaxa duyemîn a kêmkirinê bê destpêkirin û elektrîk tenê ji bo ava vexwarinê û avdanê bê pêşkêşkirin.
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji desthilata Şamê kir ku fişarê li dewleta Tirk bike, da ku avê berde.