TOMARKIRINA XWENDEKARÊN SERBEST YÊN NAVÎN Û AMADEHÎ BERDEWAM DIKE
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê tomarkirina xwendekarên serbest ên qonaxên amadehî û navîn didomîne.
Li gorî serperiştan, ta niha zêdetirî 500 xwendekarî navên xwe tomar kirine.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cîzîrê ji bo tomarkirina xwendekarên sebest ên qonaxên navîn û amadehî yên beşên wêjeyî û zanistî, di nava xebatê de ye.
Navendên tomarkirinê li bajarên Hesekê û Qamişloyê ne û proseya tomarkirinê heta nîveka meha Gulanê dewam dike.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwede û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Rênas Fetah ji Rojava Tv re behsa mekanîzmeya tomarkirinê dike.
Rênas Fetah ji bo xwendekarên di dibistanên Hikumeta Şamê de jî wiha got:
Li aliyeke din jî xwendekar Gulşan Hemê hêvî kir ku salake bê astengî û pirsgirêk di ser xwendekaran re derbas bibe.
Beriya niha desteya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku, wan û desteya perwerdeyê ya desthilata Şamê li ser hin xalan li hev kirine, lê ta niha Şamê bersiv nedaye.