ŞANDEYA KNK’Ê SERDANA HEJMAREK PARTIYÊN SIYASÎ YÊN ROJAVA KIR
FEYSEL YÛSIF - BERDEVKÊ ENKS'Ê
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad û şandeya pê re, serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî di roja 3’emîn de didomînin.
Şandeyê îro serdana Partiya Demoktatîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi her du beşên wê, Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê û Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyeyê kir.
Şandeya KNK’ê di serdanên xwe de ji bo lidarxistina konfernsa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, pîrozbahî pêşkêşî partiyan kir.
Her wiha behsa xebatên lidarxistina kongreya neteweyî ya li ser asta her çar aliyên Kurdistanê jî kir.
Berdevkê ENKS’ê Feysel Yûsif jî di serdanê de ji Rojava TV re axivî û ragihand ku, bêyî parastina mafên gelê Kurd, pirsgirêk çareser nabin.