BI BONEYA ROJA KEDKARAN A CÎHANÎ, ÇALAKIYÊN CUR BE CUR LI HERÊMÊ LI DAR DIKEVIN
HEMDÎN NEBÎ - HEVSEROKÊ YEKÎTIYA ESNAFAN A QAMIŞLO
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a cîhanî, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ên li herêmê, çalakiyên cur be cur li dar dixin.
Ji bo ku em hûrgiliyên van çalakiyan bizanibin, em ê bi hev re li vê raporê temaşe bikin.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a cîhanî, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên cur be cur li dar dixin û pîrozbahiya vê rojê dikin.
Bi vê boneyê, Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekîtiya Kedkaran a Reqayê li Hola El-Bustan a kantona Reqayê, şahiyek li dar xistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Yekîtiya Kedkaran a Kantona Reqayê, Konfederalîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk û Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê axaftin hatin kirin û tekezî li ser rola erênî ya karkeran di vejîn û pêşveçûna civakan de kirin.
Bi heman boneyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li taxa Eşrefiyê da û tê de hejmarek ji endamên partiyê amade bûn.
Daxuyanî ji hêla rêveberiya navendê “Mihemed Şêxo” ve, bi zimanê Erebî hate xwendin. PYD di daxuyaiya xwe de tekez ku şoreşa karekeran ya sala 1882’an şoreşa li dijî zilm û zordaiyê bû û divê alaya vê şoreşê li her qadê li ba bê.
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê di dawiya daxuyaniya xwe de, tekezî li ser pabendbûna partiyê ji bo parastina mafên kedkaran kir.
Li bajarê Qamîşlo jî, Yekîtiya Esnafan a li bajêr, broşor li welatiyan belav kirin û tê de pênaseyeke kurt li ser rola girîng a karkeran di avakirina civakê de aşkere kirin.
Her wiha di broşoran de vexwendinek ji bo beşdarbûna pîrozbahiyên navendî yên ku dê di 1’ê Gulanê de li kantonê Cizîrê werin destpêkirin, hebû.
Hevserokê Yekîtiya Esnafan a Qamîşlo “Hemdîn Nebî” Cejna Karkeran li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û amadekariyên ku ew ji bo cejnê dikin, ji Rojava TV re eşkere kir.
Tê payîn ku di 1ê Gulanê de, pîrozbahiyên mezin li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin.
Her weha du roj berê, Rêveberiya Xweser ji bo pîrozkirina Roja Karkeran a cîhanî, giştînameyek parve kir û roja pêncşemê betlane îaln kir.