Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA SOTEMENIYÊ YA RÊVEBERIYA XWESER KOMÎTEYÊN ŞOPANDINÊ AVA DIKE

 

Tevî rewşa hestyar ya ku Sûriyê têre derbas dibe, lê Sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dabînkirina pêdiviyên welatiyan her tim di nava tevgerê de ne.

Rêveberiya giştî ya sotemeniyê jî ji bo şopandin û kontrolkirina karê sotemeniyê komîteyên şopandinê ava kirine.

Hevseroka Rêveberiya Giştî Ya Sotemeniyê ya Rêvberiya Xweser Ebîr xalid diyar kir ku Dabeşkirina sotemeniyê li kantonên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî pîvan û rêjeyên diyar têne belavkirin.

Hevseroka Rêveberiya Giştî Ya Sotemeniyê ya Rêvberiya Xweser Ebîr Xalid di dawiya axaftinên xwe de got Hewildanên bi hêz hene ku ew kartên Elektronîk jî aktîv bikin.