Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ JI BO 1’Ê GULANÊ PANKART Û WÊNEYÊN RÊBER APO HATIN DALIQANDIN

Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM li helebê bi boneya 1’ê gulanê roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pankart û wêneyên rêber apo li taxan daliqandin.

TEV-DEM’ê bi alîkariya şaredariya taxên Helebê Pankartên bi dirûşmeya ”bi banga aştî û civaka demokratîk werin em bi hev re 1’ê gulanê pîroz bikin”, li taxan daliqandin.

li gel pankartan, wêneyên rêber apo, dayikên berxwedêr û şehîdan jî, hatin daliqandina.

Hevserokê yekîtiya kedkaran ya Helebê Abdullah Hesen 1’ê gulanê li rêber apo û hemû kedkarên cîhanê pîroz kir û da zanîn ku ew ji bo vê rojê amadekariyên şahiyeke girseyî dikin.