Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KONÊ SERSAXIYÊ YÊ Ş.MÛEYED EL-EHMED HAT VEDAN

 

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê, îro ji bo şehîdê QSD’ê Mûeyed El-Ehmed konê sersaxiyê veda.
Bi dehan Saziyên sivîl û leşkerî, tevger û rêxistinên jinan, partiyên siyasî û xizmên şehîd ber bi konê sersaxiyê ve çûn û sersaxî dan malbata şehîd Mûeyed El-Ehmed.
Di bi kon de li ser navê beşdaran çend axaftin hatin kirin û tê de rola şehîdan di bidestxistina azadî, ewlehî û aramiyê de hate tekez kirin.
Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê wesîqeya Ş.Mûeyed xwand û radestî malbata wî kir.