XELKÊN DÊRIKÊ BI MEŞEKÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
Bi sedan xelkên Dêrikê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Meşeke girseyî lidarxistin.
Meş bi beşdariya endam û rêveberên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, meclisa malbatên şehîdan, tevger û rêxistinên jin û ciwanan hat lidarxistin.
Meş ji qada şehîdan dest pê kir û bi siloganên bijî rêber Apo li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê veguherî mîtingê, di mîtingê de Endama Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif û Endamê PYD Ceger Efrîn axivîn.
Axêveran bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û destnîşan kirin ku ev yekîtî yek ji encamên bangên Rêber APO ne.
Meş bi berzkirina diruşmeyên bijî rêber Apo û bê serok jiyan nabe bi dawî bû.