LI REQAYÊ KOMXEBATEK DERBARÊ 1’Ê GULANÊ HAT LIDARXISTIN
Yekîtiya Rewşenbîran bi hevkariya Yekîtiya Kedkarên kantona Reqayê komxebatek derbarê 1’ê gulanê Roja kedkaran a cîhanî lidarxistin.
Komxebat bi beşdariya Endam û rêveberên Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Kedkaran, jin û ciwanan hat lidarxistin
Komxebat bi deqeyk rêzgirtin destpêkir paşê hevserokê yekîtiya kedkaran a kantona Reqayê Mihemed Sîno axivî û behsa rola kedkaran a di pêşxistina civakê de kir.
her di komxebatê de rewşa jina kedkar û bandora jina kedkar li malbatê jî hatin nîqaş kirin.
Di dawiyê de tevahî kedkar hatin silavkirin û 1’ê gulanê li wan hate pîrozkirin.