KARKERÊN KOBANÊ KÊFXWEŞIYA XWE BI ROJA CÎHANÎ YA KARKERAN ANÎN ZIMAN
Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, hejmarek ji karkerên Kobanê ji Rojava TV re axivîn û şanaziya xwe bi karê ku dikin, anîn ziman.
Karkeran diyar kirin ku ji bo pêşketina civakê, pêwîstî bi hemahengiya gel bi karkeran re heye.
Karker di avakirina civakan de rolek girîng û bingehîn dilîzin. Ji ber vê yekê her sal di 1’ê Gulanê de, Roja Karkerên Cîhanê, şahî û semînerên di wê der barê de, tên lidarxistin.
Di nava civaka Kurd de, karker xwedî asteke bilindtir in, lewra Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê karkeran weke bingeha birayaran digre û roja 1’Gulanê weke betlaneya giştî radighîne .
Bi vê boneyê, karekerên bajarê Kobanê ji kamîreya Rojava TV re axivîn û diyar kirin ku ev roj ji bo wan rojeke dîrokî ya serbilindiyê ye.
Karkerên jin jî di vê rojê de, bang li jinên cîhanê kirin ku nebin girtiyên nav dîwarên malê, lê belê di her qad û pêvajoyê de, bibin xwedî vîn û biryar.
Pîrozkirina vê rojê weke cejna karkeran, vedigere şoreşa ku ji aliyê xebatkarên çapxaneyê ve di sala 1882’an li Emerîkayê pêk hatiye.
ji wê demê û ta niha, ev roj di lîsteya şahiyên salnameyê de cihê xwe digre û bi girseyeke mezin tê pîrozkirin.