HEVSEROKA KNK’Ê ZEYNEB MURAD SERDANA KOMBENDA EFRÎN Û YEKÎTIYA ÊZÎDIYAN KIR
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad û Endamên Desteya Rêveber a kongrê a Rojavayê Kurdistanê serdana kombenda Efrîn a civakî û yekîtiya êzdiyên sûriyê kir.
Şandeya KNK’ê li kombenda efrîn a civkaî ya li qamişlo ji aliyê endamê meclisa giştî ya kombendê dest ibrahîm heftaro û endamê kombendê ve hate pêşwazîkirin û herdu aliyan dosya vegera koçberên efrînî ji bo warê wan gotûbêj kirin.
Paşê şandeyê serdana yekîtiya êzîdiyên sûrî kir û li wir ji aliyê hevserokên yekîtiyê silêman cefer û meryem cindo, û endamên komîteya têkiliyên doplomasî ve hate pêşwazî kirin.
Herdu aliyan jî behsa berxwedana gelê êzdî û rêxistinbûyina wan a di nava rêveberiya xweser de kirin.
Di çarçoveya serdanên xwe yên li Rojavayê kurdistanê de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad dê serdanên xwe li saziyên herêmê dewam bike.