Hunermend Aycan Kobanê ji destpêka berxwedana Bendava Tişrînê ve li bendavê ye û bi stranên xwe moralê dide nobetdaran.
Aycan Kobanê dibêje, weke Kurdekî wî erkek li ser milê xwe dît ku berê xwe bide Bendavê û moral bide nobedaran.
Nêzî 4 mehan e gelê herêmê li Bendava Tişrînê ji bo parastina xaka tevahî Sûriyê bi dilgermî berxwedaneke lehengane dimeşînin.
Gelê herêmê bi israr û rihê şerê gelê şoreşgerî bi hemû kesayetên xwe yên civakî, hunerî, rojnamegerî û siyasî cihê xwe li bendavê girtin.
Yek ji kesayetên ku di berxwedaniya Kobanê ya sedsalê de cih girtibû Hunermend Aycan Kobanê bû, niha jî Aycan li bendava Tişrînê bi deng û stranên xwe yên şoreşgerî moral dide nobedaran.
Aycan Kobanê dibêje, weke Kurdekî wî erkek li ser milê xwe dît ku berê xwe bide Bendavê û moral bide nobedaran.
Aycan Kobanê diyar kir ku berxwedana li bendavê ji bo wî cihekî pîroz e û ew ê heta kêliya dawî li bendavê bimîne.
Ji 8’ê Çileyê ve û heta niha gelê herêmê li bendava Tişrînê bi biryardarî piştgiriya xwe ji hêzên QSD’ê û YPJ’ê re nîşan dide û ev berxwedana dîrokî ji tevahî cîhanê re bûye mînaka serfiraziyê û cihê hurmet û rêzdariyê.