Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA FREE BURMA RANGERS PIŞTEVANÎ DA NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şandeya Rêxistina “Free Burma Rangers” tev li çalakiyên nobedarên Bendava Tişrînê bû û pesna berxwedana dîrokî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Ji bo şopandina rewşa li Bendava Tişrînê duh şandeyeke Rêxistina “Free Burma Rangers” ya Amerîkî û mirovî serdana bendava Tişrînê kir.

Di serdanê de berpirsê rêxistinê Dawûd Şengalî axivî û got, Dema Bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin ez hatim vir û îro jî careke din li vir im û pir kêfxweş im.

Her wiha Şengalî got jî, Ez, ji bo şehîdên li vê qadê çêbûne pir xemgîn im. Êşên ku we jiyane pir mezin in, lê dema ku min hûn dîtin, min nas kir ku hûn gelekî teslîm nabin.

Berpirsê rêxistinê Dawûd Şengalî dibêje, Ji ber ku hûn gelekî aşiqê azadiyê ne, lewre hûn teslîm nabin û hûn ê teqez bi ser bikevin.

Di dawiyê de keça Şengalî, Zozanê jî stranekî bi zimanê ingilîzî got.


rojava