Kanala ROJAVA TV

ŞANDEYA DEM PARTIYÊ LI GEL SAZIYÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BANGA AŞTIYÊ NÎQAŞ DIKE

Şandeya Dem Partiyê duh di çarçoveya gerên xwe de, serdana Kongra Star, TEV- DEM’ê, Zanîngeha Rojava û Kongreya Îslama Demokratîk kir.

Şande ji hevserokê giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê.

Şande di serdanên xwe de banga aştî û civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan ligel tevger û rêxistinan nîqaş dike.

Her wiha li nêrîn, rexne û pêşniyarên aliyan jî guhdar dike û ligel xwe tomar dike.

Şandeya Dem Partiyê roja 24’ê vê mehê di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî konferansa Kurdî bû.