YEKÎTIYA KEDKARAN A REQAYÊ BI BONEYA 1’Ê GULANÊ DIYARÎ PÊŞKÊŞÎ KEDKARÊN JIN KIR
EWATIF EL ÎSA - RÊVEBERA GERÎNENDEYA PARK Û DARAN YA ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ
Yekîtiya Kedkaran bi boneya hatina 1’ê Gulanê roja Kedkaran a Cîhanî, li Reqayê gerên meydanî ji bo kedkaran li dar xist.
Yekîtiya Kedkaran bi hevkariya desteya jinê û Gerînendeya Park û Daran ya Şaredariya Gel a Reqayê, gerên meydanî li dar xistin.
Ger li gelek park, werşe û cihên kar ên karkerên jin li Reqayê hate kirin û diyarî ji bo wan hatin pêşkêşkirin.
Kesên ku beşdarî vê gerê bûn diyar kirin ku pêwîst e her dem ger û karên bi vî rengî werin li dar xistin da ku em moralê karkerên xwe bilind bikin.
Her wiha destnîşan kirin ku ew ê her dem bi wan re bin û hewl bidin rewşa wan ya civakî xweş û geş bikin.