ŞANDEYA DEM PARTIYÊ SERDANÊN XWE YÊN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIDOMÎNE
Şandeya Dem Partiyê ku ev serê çend rojan e li Rojavayê Kurdistanê ye, îro serdana PYD, Şaredariya Qamişlo, Mala Êzidiyan û ENKS’ê kir.
Şande ji hevserokê giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê.
Şande di serdanên xwe de banga aştî û civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş dike.
Her wiha li nêrîn, rexne û pêşniyarên aliyan jî guhdar dike û ligel xwe tomar dike.
Şande dê sibe serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk MSD a li Qamişloyê jî bike.